HİVA KURDİ ÖZGÜRÜLÜĞÜN SESİ
  ÇÎROKA KURDÎ
 

Çîroka kurdî ya binxetê

Rewşa çîroka kurdî ya li Sûriyê jî çi bigire di rewşa çîroka kurdî ya Tirkiyê de ye. Piştî salên 1990î di çîroknivîskariya kurdên binxetê de jî livek çêbû. Ev liv û tevgera ha pêşî bi riya kovarên kurdî mîna Gurzek Gul (1989-1991), Zanîn (1991-1997), Aso (1992-...?) û hin kovarên din û dû re çîroknivîsan çîrokên xwe ji kovar û rojnameyên ko li Stenbolê û Ewrûpayê derdiketin re şandin. Ji ber ko kurdên binxetê jî alfabeya latînî bi kar tînin, di bin tesîra Hawarê de û nêzîkî zimanê Hawarê dinivîsînin, di navbera wan û weşanên din ên ko bi kurmanciya latînî derdikevin de tu pirsgirêk dernakevin. Lê kurdên binxetê ji bilî ko wan çîrokên xwe di kovaran de didan weşandin, dest pê kirin çîrokên xwe gihandin hev û mîna kitêb weşandin. Hinan ji wan kitêbên xwe bi xwe derxistin, hinan jî kitêbên xwe di nav weşanên kurdî ên din derxistin.

Mîna nivîskarên kurd yên beşên din, gelek nivîskarên kurdên binxetê jî ji welatê xwe derketibûn û li derveyî welêt dijiyan. Çîroknivîsên ko ji refê pêşîn yên ko li derveyî welêt dijiyan mirov dikare navên Şahînê Bekirê Soreklî, Bavê Nazê, Fawaz Husên û Ridwanê Alî bide. Lê vê dawiyê hejmara wan zêdetir bû. Hejmara çîroknivîsên kurd ên binxetê jî zêdetir bûne. Çîroknivîsên vê antolojiyê bi alfabetîk, ev in; Cankurd (1948), Ebdilbaqî Huseynî (1961), Fawaz Husên (1953), Fewaz Ebdê (1961), Helîm Yûsiv (1967), Jan Dost (1965), Kamîran Haco (1959), Pîr Rustem (1963), Qado Şêrîn (1967), Ridwanê Alî (1959), Silêman Alî (1963) û Şahîn Bekirê Soreklî.

Çîroknivîskariya kurdî ya ko berê tenê di çarçoveya rûpelên kovar û rojnameyan de bi sînorkirî bû, di hundirê bîst salên dawî de hêdî hêdî gihîşt karaktereke xwe ya taybetî. Îro ne bi sedan be jî, bi dehan kitêbên kurdî yên çîrokan li ber destên me hene. Ji aliyekî ve gava ji edebiyata dinyayê çîrok werdigerin kurdî, êdî deriyê çîroka kurdî jî li zimanên dinyayê vebûye û çi bi celebê yek û yek çîrokan be, çi bi wergera kitêban sihê be, çi jî bi celebê antolojiyan be êdî çîroka kurdî werdigere zimanên biyanî û rexneyên baş jî werdigirin. Ev beşa hunerî, ya ko hê berî zêdeyî sed û pêncî salî di zimanê kurdî de dest pê bûye, lê pir hêdî meşiyaye, gelek caran hilkimiye û ketiya, ez karim bê dudilî bibêjim ko êdî bi ser xwe ve tê û hêviyeke baş jî dide mirov.. 


Çîrok

Me navê vê antolojiyê kir »Antolojiya çîrokên kurdî«. Tê wê manê ko ez niha, di dema îro de, ji bo vî şêweyê hunerê gotina »çîrok" an jî mîna kurmancên jêr dibêjin »kurteçîrok« dipejirînim û loma min ev nav bi kar aniye. Di kovar û rojnameyên mîna Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946), Hêviya Welêt (1963-1965), Çiya (1965-1970), Hêvî (1983-1992) û gelek kovarên kevin û nû de navê »çîrokê« hatiye bikaranîn. Heta di kovara Rojî Kurd (1913) de çîroka Fûad Temo ko heta niha mîna çîroka kurdî ya pêşî dihat qebûlkirin, di bin sernava »çîrok« de hatibû weşandin. Herçî kurdên Sovyeta berê ne, wan ji »çîrokê« wêdetir, gotina »serhatî« bi kar anîne. Gotina serhatî, çîrok, kurteçîrok, serpêhatî, serbûrî her maneya »story« an jî »short story«a îngilîzî dide ko tê maneya çîroka me.

Digel vê jî, bi taybetî piştî salên 1990î, li ser hin kitêbên çîrokan, an jî di hin kovar û rojnameyan de ji berdêla »çîrok« gotina »novel« hat bi kar anîn û li ser vê gotinê carina devjengî çêdibin, ji bo vî şêweyê hunerê, an jî ji bo zimanê kurdî rastî û nerastiyê wê tê minaqeşekirin.

Hunera çîrokê, bi qasî navê xwe, di warê naveroka xwe de jî her tim cih ji minaqeşeyê re hiştiye. Di gelek zimanan de ji bo navê vî şêweyê nivîsê ne zelalî çêbûye, lê paşê, bi riya akademî û lingivîstan ev problem hatiye çareserkirin. Tirk berî komarê, demekê piştî komarê û heta niha jî gotina »hikaye« bi kar tînin. Lê piştî kampanyaya pakkirina zimanê tirkî, bi giştî meyildarên Kemalîzmê, ji berdêla gotina »hikaye«, gotina »öykü« bi kar anîn. Ev gotina dawî, ji bilî konservatîvên Tirkiyê îro ji aliyê piraniya tirkan ve tê bikaranîn.

Di zimanê swêdî de jî ev serêşî û gengaşî heta demekê hebû. Di swêdî de ji çîrokê re »novell« tê gotin. Nêzîkî naveroka »novell«ê »berättelse« û »historia« tê bi kar anîn. Lê »novel« bi îngilîzî »roman« e. Novela îngilîzî, yanî ya ko roman e bi 'l'yekê û ya swêdî ko »çîrok« e bi du 'll'eyan e. Li gora zimanên swêdî û îngilîzî bi lêvkirina wan jî cihê ye. Lê kurd bêtir bi celebê îngilîzî bi kar tînin, bi vî awayî çîrok ji maneya xwe derdikeve û maneya romanê werdigire. Ya din, ev gotin, ji bilî kesên ko li Swêdê dijîn, bi awayekî giştî ji aliyê xwendevanên kurd ve nayê zanîn. Loma, min maqûltir dît ko ez ji berdêla navê »Antolojiya novelên kurdî« navê »Antolojiya çîrokên kurdî« li vê antolojiyê bikim û hêvîdar im hûn ê jî vê kirina min maqûl bibînin.

Lê ev jî rastiyek e ko gotina »çîrok« ji aliyê gelek kesan mîna »masal«a tirkî, an jî »saga«ya swêdî tê fêhmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji »masal«ê re jî dibêjin »çîrok«. Lê, li hin deveran jî gotina »çîrçîrok« heye ko ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bi kar anîn. Herçiqas »çîrok« û »çîrçîrok« li hin deveran werin eynî maneyê, an jî mirov tu ferqê nexe navbera van herdu terman, lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên civakî de gotina »çîrok« di zimanê gel de pir tê bi kar anîn. Gava yek ji yekî re behsa jiyana xwe an jî behsa jiyana hinin din bike û yê ko jê re tê behs kirin hê jî bipirse, yê ko behs dike dibêje »çîroka wan dûr û dirêj e«, an jî »ev çîrok dirêj e«, an jî »ev çîrokeke dûdirêj e«.

Di vir de em dibînin ko gotina çîrok dibe serpêhatî, dibe serpêhatiya kesekî, du kesan, evînekê, xayîntiyekê, diziyekê, mêrxasiyekê, bûyerekê...

Ji xwe çîrok jî ev e; li ser van e, van tîne zimên. Lê van çawa tîne zimên, bi çi awayî bi lêv dike, çawa şirove û taswîr dike, kurtî û dirêjiya wê çawa ye, ev jî kêm zêde bi qasî navê wê li ser hatiye peyivandin. Çîrokên nîv rûpel jî hene, yên heta dused rûpelî jî hene. Hin zanayên edebiyatê gotine, çîrok divê li dor deh rûpelan bin, hinan jî guh nedane kurtî û dirêjiya çîrokê. Ji xwe, me bi xwe jî di amadekirina vê antolojiyê de guh neda kurtî û dirêjiya çîrokan. Hin ji çîrokên vê antolojiyê zehf dirêj in, hin jî kurt in.

Edgar Allan Poeyê emerîkî (1809-1849) kurtbûn û dirêjbûna çîrokê bi dirêjiya dema xwendina wê ve girê dide. Li gora pîvana Poe divê dema xwendina çîrokekê ji nîvsaetê, heta saetekê an du saetan be. Lê ew di çîrokê de gotinên zêde red dike, konsentrasyonê dixwaze, gotineke ko di çîrokê de hatibe bi kar anîn lê dîrek an jî îndîrek têkiliya wê bi temaya çîrokê re tunebe, wê ji bo çîrokê qelsiyeke mezin dibîne.

Bi vê tarîfa Poe ve girêdayî Çexovê (1860-1904) ko li dor 600 çîrokî nivîsandine û bi taswîreke psîkolojiyeke realîst mirovên ji sinif û kategoriyên cihê salix dide, weha dibêje: »Heke di çîrokekê de tivingek bi dardekirî be, berî ko çîrok xelas bibe divê ew tiving biteqe.«

Li ser naveroka çîrokê, li ser forma wê, li ser konsentrasyon û kompozisyona wê gelek tişt hatine gotin û nivîsandin.

Lê di derheqê hunera çîrokê de tarîfeke Çexov ya meşhûr heye, dibêje: »Çîrok nivîsek e, tu hinekî ji serî hinekî jî ji dawiya jê bikî wê bibe çîrok.« Di eslê xwe de Çexov dixwaze bi vê kurtetarîfa xwe ya di derheqê çîrokê de cih ji fantaziya xwendevanan re jî bihêle. Bi gotineke kurmancî, ew naxwaze ko nivîskar xwendevanê xwe ehmaq bihesibîne û jê re ta bi derziyê vebike

Yek ji bavên çîrokê, yê ko li gora gotina Gorkî edebiyata Rûsyayê ji bin »palto«yê wî derketiye, Gogol, li ser çîrokê welê dibêje: »Te divê bila dewlemed an feqîr be, bîrfireh an bîrteng be, çê an xerab e, alavê sereke yê ko divê nivîskar li ser hûr bibe, jiyana mirovên ji rêzê ne».

Çîrok mîna şaxekî edebiyatê pir ciwan e, ji romanê ciwantir e. Lê li gora hin fikiran jî, çîroka nenivîsandî xwediyê dîrokeke pir kevin e, dîroka çîroka devkî digihîje hezar salan. Gelek çîrokên kurdan ên devkî, çîrokên orientê, çîrokên hezar û şevekê nimûneyên destpêkê yên çîroka hunerî ne. Lê cara pêşî, florensiyekî nenas di salên 1300î de, berhevokek bi navê «Conto novelle», yanî «Sed çîrok», an jî «Sed nûçe» ko ji çîrok û serpêhatiyan pêk hatibû weşand. Paşê Boccaccio derket û bi «Decameron» terma çîrokê bêtir bi cih kir. Herçiqas di sedsala 17an de jî nivîsên bi forma çîrokê ji pênûsa fîlozofê fransiz Voltaire derketibin û li Îngîltereyê çîrokên tirsê û pîrebokan hatibin nivîsandin jî, dîsa mirov dikare bi hêsanî bibêje, ko temenê vê forma nivîsê kêmî 200 salî ye û ji nav şaxên edebiyatê şaxa herî ciwan e.

Di pêvajoya dîrokê de gelek nivîskarên mîna Balzac, Tolstoy, Hugo û Hemingway çîrok nivîsandine, lê mîna çîroknivîs heta niha kesî cihên E. Allan Poe, A. Çexov û Guy de Maupassant negirtine.

Çîroka kurdî ya pêşî

Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojiyê ya pêşî digihîne sala 1856an, rehetî û aramiyek bi mirov re çêdibe. Lê ez nikarim bibêjim ko hemû çîrokên vê antolojiyê li gora pîvanên çîroka hunerî ne. Di vê antolojiyê de çîrokên pir xurt, yên kêm xurt û yên lawaz hene. Ev antolojî ne antolojiyeke çîrokên bijarte, lê antolojiya çîrokên kurdî bi giştî ye.

Li gora rêza kurteçîrokên vê antolojiyê dîroka çîroka kurdî zêdeyî sed û şêst salî ye. Berî bi sed û şêst salî çîroka kurdî ya hunerî hatiye nivîsandin. Heta niha dîroka çîroka kurdî di sala 1913an de û di çîroka Fûad Temo de asê dima. Li gora lêkolîneke Ferhad Pîrbal (Xelîl Duhokî gihand kurmanciya jor) dîroka çîroka kurdî ji ya Fûad Temo kevintir e û digihîje nîveka sedsala hijdehan. Ev çîrok jî ji aliyê Mele Mehmûdê Beyazîdî (1799-1867) ve hatiye nivîsandin. Mele Mehmûdê Beyazîdî di warê nesrê de gelek berhem li dû xwe hiştine. Hin ji berhemên Mele Mehmûdê Beyazîdî bi alîkariya A. Jaba ji windabûnê xelas bûne û gihîştine roja me. Yek ji berhemên M. M. Beyazîdî ko îro di destên me de ye, bi navê «Adetên kurdan« e. Ji bilî wê jî Beyazîdî Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî wergerandiye kurmancî û gelek çîrokên devkî derbasî nivîsê kirine.

Wek Beyazîdî bi xwe jî diyar dike, ew çîroka xwe li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî dihûne. Ehmedê Xanî jî şahesera xwe li ser bingehê çîroka folklorî »Memê Alan« ava kiribû. Belê, ew bûyera Mem û Zînê ji xwe re bingeh digire, lê bi uslûb û awayê xwe, bi wesf, pesin û taswîrên xwe çîroka xwe dihûne, bajarê Cizîrî, evîna Stî û Tacdîn û evîna Mem û Zînê salix dide. Herçiqas hin kêmasiyên hûnandina çîroka hunerî di çîroka «Çîroka Mem û Zîn«a Mele Mehmûdê Beyazîdî de diyar bibe jî, gava mirov dîroka nivîsandina çîrokê, rewşa zimanê kurdî û wek beşekî hunerî bi nêrîneke dîrokî lê dinere, mirov dikare bi hêsanî çîroka Beyazîdî wek destpêka çîroka kurdî ya hunerî bihesibîne, heftê salên din li temenê çîroka kurdî zêde bike û xwe bi vê yekî jî serbilind bihesibîne.

Lê her çiqas çîroka Mele Mehmûdê Beyazîdî »Çîroka Mem û Zînê« û ya Fûad Temo »Çîrok« an jî wek ko Mahmûd Lewendî navê »Şewêş« lê kiriye, wek çîrokên destpêkê werin hesibandin û dîroka çîroka miletekî bi çîrokên wan dest pê bibe jî, em dibînin ne Beyazîdî, ne jî Temo ji bilî her yekî çîrokekê, tu çîrokên wan di destên me de nînin. Ez bi xwe bawer dikim hem wê Mele Mehmûdê Beyazîdî hem jî Fûad Temo ji çîrokekê bêtir çîrok nivîsanibin. Ji ber ko di kovara Rojî Kurd de li dû çîroka Fûad Temo, dûmahika vê çîrokê heye, hatiye nivîsandin. Lê em dûmahika çîrokê nabînin, Mele Mehmûdê Beyazîdî û Fûad Temo her yekê bi çîrokekê xwe digihînin dema me û bi vê yekê navê xwe di dîroka edebiyata kurdî de nemir dikin.

 
   
 
hivakurdi.tr.gg

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol