HİVA KURDİ ÖZGÜRÜLÜĞÜN SESİ
  ŞÊX AHMEDÊ XANÊ
 




Şêx Ehmedê Xanî: Feylezof û Civaknasê Kurmanca


Di Kovara ''Tîroj'' u malpera ''Amîdakurd''de, paşî jî, di ''Navkurd'' de; bi navê ''Melayê Def'a Belayê, Bilbilê Koşk û Serayê': Şêx Ehmedê Cizîrî'' nivîsarek min çap bu. Jîyan u serborîya şairê me yê qedirbilind, Melayê CÎZIRI, bi qederê zanîn u karîna xwe, me raxistibu ber çavan. Di vê nivîsarê de, tiştê here berçav ew bu ku, me lî dawîyê pirsekî kiribu. Ew pirs, li ser Mem u Zîna Ehmedê xanî bu. Eger em bînini bîra xwe, me li fawîyê bi kurtahî gotibu: Mela, berî Ehmedê Xanî, bi sed sala jîyaye u xalek helbesta xwe de behsa Mem u Zînê kirîye. Başe çawa dibe ku Ehmedê Xanî, di sereka Mem u Zînê de, deibêje me vê meselê ji tu kesî negirtîye, ev bi tevahî, eserê min e.
Me vê pirsê kir, lê tu camêrek bersîv neda u ez mame li ser ya xwe. De min jî got, qet nebe ez bersîva xwe bidim. Ka gelo Ehmedê Xanî, çima weha gotîye, bi çî mexsedî, hewcehîya gotinek weha buye. Pêş hemu tiştî lazime ku em bêjin, Xanî, ulumdarek mezin e. Ewî, paşeroja Kurda, hêj di wê demê de dîtiye. Şîret u têbînîyên ku Xanî di wan roja de kirîye, iro mewweyê wan tê ditin. Lewra Xani, giringîya serxebun u ziman, ji wan rojan ve gelek baş dîtîye. ''Aqîda Îmanê'' nivsandîye ku, di paşerojê de, neslek bi îman u aqîde u bi bir u bawerî, rabe. Lewra, bê îqade u bawerî, tu armancek naçe serî. Ku mirov jî bawerîyê u jî îmanê mehrum bî, siuda mirov çiqas jî, baş be, dîsa jî, serkevtin, nakeve dest. Eger me bivê ku em, miletek derheqê jîyanê de, perwerde bikin; her weha di vî karê xwe de jî, muafiq bibin; lazime pêş hemu tiştî em rêya bawerîyê nîşanî milet bidin, paşî em tiştan jî wanre bêjîn, yan şîreta lî wan bikin ku ew bime bawer bibin. Destpêka zanînê, heta binyata zanînê, bêy bawerîyê nayê danin. Lewra zanîn li ser xîmê bawerîyê tê avakirin. Civatek, ku mehrumê rohê bawerîyê be, xwe nasnake u Ehmedê Xanî, di rastîyê de, hemu heyîna Kurda jî nu ve daye destê xwe u li serî xebitîye. Ka gelo Kurd çî kes in u xasyetên wan yên berçav çî ne. Hal u ehwalê civata Kurda, jî alîyê sosyolojîk u psîkolojîk ve çîye, çawane. Dîtîye ku Kurd gelek nezanin, bindestin, lewra nezanin, nezanin lewra bindestin. Wekî welathizek paye bilind, nezanî u bindestiya Kurda jî xwe re kirîye kul u derd u hemu jîyana xwe bexşandîye vê mijarê. Xwestîye ku Kurd, zane bin, u jî tarîtî u cehalet u nezanîyê xelas bibin. Lewra nezanî, serkanîya hemu xirabî u nedelalîyan e. Lê Kurd, layîqê başî u delalî u rîndîyê ne, u gereke ku wisan bin u wisan bijîn. Ji bona xemla zanînnê bawerî lazime. ''Aqîda Imanê'' bi min, bi vê mebestê hatîye nivsandin.
Xanî, gelek umud u hêvîyek mezin, yanî qedr u qîmetek mezin daye zarokan. Xasima Zarokên di Kurmancan. Her weha, gelek pêwîstîyek mezîn daye zimanê eslî, ango zimanê zîkmakî. Sedem ku, zarokên Kurda bi zimanê xwe bi karibin bi xwînin u binivsînin, ''Nubar a Piçukan'' ku wekî, ferhengek e, u bi terhek helbestvanî hatîye nivsandin. Eger mirov zanînê bi zimanê xwe ne tamîne, tu lezetek nabîne. Yanî, ziman hacetê ramanê ye u pêş hemu tiştekî, divê ziman were ajdan ku mirov bikaribe bi zimanê xwe hertişti hîn bibe. Lewra zimanê mirov ji hemu tiştî xweştir u baştir e. Wisane, yek: bawerî, didu ziman. Ev herdu tişt binyata hemu pêwîstîyan e. Xanî, van tiştan, di wan rojan de dîtîye ku iro jî, pirsa here giring a serxwebun u serketînê, pirsa ziman u bawerîyê ye.
Felsefeya Ehmedê Xanî û hewcedarîyên kurda di rojê ayende de
Ehmedê Xanî, filozofek here mezin ê dema xwe ye ku Kurd pê çiqas kubarîyê bikin, heqê wan e. Babeta felsefeya Xanî, insan e, yanî milet e, bi taybetî, miletê Kurd e. Xani jî Eflatun u zanayên dema xwe istîfadeyek gelek mezin dîtîye. Bê guman Xanî, zanîyarek hevdemi u pêşketîye. Ew bi buyerên cihanê agadar u haydar e. Zanîye ka gelo, çî jî bo insan lazime u Kurd hewceyê çîne. Ewi gelek bi başî, kemasîya Kurda dîtîye u lî ser vê yeke sekinîye. Dewlet, adelet u hurîyet. Yanî, serxwebun, dadî u wekhevî u azadî. Ev tişt di felsefa Xanî de gelek bi başî xuya dikin. Ewî dîtîye u hewce u maqul pejirandîye ku kurd, jî serxwebun, adalet u azadîyê bê parin. Her weha mina kaxîsek spî ne jî. Siti u Zînê, gustîlên ku Xanî xistîye tilîkên wan, Mem u Tajdîn, kesên mayîn u rolên wan ên di Mem u Zînê de, yer yek agadarî û mesajek in.
Almast u Yaqut du madenên XWEDI XASYET ÎN KU HERDUK JÎ, DÎ TEBIETê DE GELEK ZEHMET BÎ DEST DÎKEVÎN. Bi kurtahî; her xeml u remz u nîşanek ku di Mem u Zînê de hatîne xal kirin, her yek gelek bi zanîyarî hatine bijartin. Ew rol u lîyaqat, ne tesadufî ne. Civata kurda, mihtacê mesasjan buye. Xanî, vê yekê zanî ye u diema van rola dabeş kirîye, van hewcehîyan li ber çavan girtîye.
Xanî, ulimdar e, zanîyar e, pispor u lêzan e. Bê guman ewî çîroka Memê Alan bihistîye. Ew destanek Kurdî ye. Destanek gelek xweş u navdar e. Gelek ji vê destanê hezkirîye. Dîtiye ku xelq jji vê destanê gelek hez dike. Vê fersendê Xanî, gelek bi başî, karîye bike pergal jî bo armancên xwe. Sedem vê yekê em dikarin bêjin ku destan u çîrok Memê Alan e, lê Mem u Zîn, navê ruyê felsefeya Xanî ye u di rastîyê de, çirokek bi vî navî tune ye. Vê çîrokê Xanî, ji ber xwe ve çêkirîye. Lewra ew idel u nîzama Xanî ye. Ehmedê Xanî, di vê berhemêde, dîtinên xwe, anîye ziman. Yanî, ev têbînî u serborî, rohê felsefeya Xanî ye. Tiştên ku Xanî di Mem u Zînê de anîye zimên, di rastîyê de ne qewîmine. Yani Mem u Zîn, ne destanek wisaye ku jîyabe. Lê ew tişteke ku çawa hatibe jîyandin. Xanî bi hostayî, vê kitêbê nivsandîye, lê wexta ku nivsandîye, wê jî tama destanê dur nexistuye. Ew kitêbek felsefeyê ye ku bişiklê destan hatîye amadekirin. Destê te xweş bî, Xanîyê nemir.

 
   
 
hivakurdi.tr.gg

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol